Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nedîm Zehawî kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî ku Nedîm Zehawî bû Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê, di vê erka nû de pîrozbahî lê kir û xwest pêwendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê werin xurttir kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hesabê xwe yê Twitterê navê Nedîm Zehawî nîşan kir û got: “Pîroz be Kak Nedîm Zehawî li ser destnîşankirina we wek Wezîrê Darayî yê nû.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez li bendê me ku em bi hev re xebata xwe bidomînin da ku hevaltiya Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê xurttir bikin.”
Hêjayî gotinê ye, du wezîrên tenduristî û darayî yên Brîtanyayê doh Sêşemê 5ê Tîrmeha 2022an dest ji kar berdan û piştre Nedîm Zehawî yê Kurdê ji Başûrê Kurdistanê, wek wezîrê nû yê Darayî yê Brîtanyayê hat destnîşankirin.
Congratulations Kak @nadhimzahawi on your appointment as the new Chancellor of the Exchequer @hmtreasury.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) July 6, 2022
I look forward to continue working together to bolster the already strong KRI-UK friendship -mb.
Ofîsa Serokwezîriya Brîtanyayê derbarê biryarê de ragihand, Şahjin Elizabeth a Duyem biryara diyarkirina Nedîm Zehawî wek wezîrê nû yê darayî yê welat pesend kiriye.
Nedîm Zehawî xwedî welatînameya Brîtanyayê ye. Sala 1967an li Bexdayê ji dayik bûye, li Kolêja Londonê lîse xwendiye û di warê endazyariya kîmyayê de bawername wergirtiye.
Nedîm Zehawî sala 2010an wek endamê parlamentoya Brîtanyayê hatiye hilbijartin û ji sala 2018 heta Tîrmeha 2019an wek wezîrê dewletê yê karûbarên malbatê û zarokan kar kiriye.
Zehawî sala 2020an jî bi belavbûna pandemiya koronayê bû wezîrê dewletê yê karûbarên derziya koronayê. 15ê Îlona 2021an jî wek Wezîrê Perwerdeyê yê Brîtanyayê hat destnîşankirin û heta 5ê Tîrmeha 2022an ew erka xwe dewam dikir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin