Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Belên Ebdulah kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Belên Ebdullah kir ku wekî Sekreterê Giştî yê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Mesrûr Barzanî derbarê hilbijartina Belên Ebdullah de ev peyam belav kir û pîrozbayî li endamên civata giştî û tevahiya endamên Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir.
Peyamaa Barzanî wiha ye:
“Sekreterê Giştî yê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê birêz Belên Ebdulah
Bi minasebeta bi dawî hatina kongreya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê û hilbijartina cenabê we weke Sekreterê partiyê, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we dikim û hêviya serkeftinê bo we dixwazim û herwiha ji ber serkeftina kongreya partiya we pîrozbayî li endamên civata giştî û tevahiya endamên partiya zehmetkêşên Kurdistanê dikim.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin