Mesrûr Barzanî: Pêwîst e hewlên me berdewam bin ji bo nasandina zêdetir a jînosayda Enfalê

14 nîsan 2022 12:11
Mesrûr Barzanî: Pêwîst e hewlên me berdewam bin ji bo nasandina zêdetir a jînosayda Enfalê

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo salvegera Komkujiya Enfalê peyamek belav kir û diyar kir: “Pêwîst e hewlên me berdewam bin ji bo nasandina zêdetir a jînosayda Enfalê û şermezarkirina encamderên wê.”

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Di salvegera 43emîn a tawana Enfalê de, em şehîd û qurbaniyên vê tawana hovane yên rejîma Beisê ya Iraqê bi rêzdarî bi bîr tînin û ew her dem di bîra me de ne.

Tevî ku hin ji berpirsyarên vî tawana mezin û vê siyaseta nîjadperestî hatine cezakirin û tunekirin, lê belê pêwîst e hewlên me berdewam bin ji bo nasandina zêdetir a jînosayda Enfalê û şermezarkirina encamderên wê û rêgirtin li dubarebûna van tawanên çi li dijî gelê Kurdistanê yan her gelekî din li cîhanê hatine kirin. Tu carî nabe ev komkujî û wêrankariyên li Kurdistanê, di bin çi navî de û bi çi bihaneyekê be dubare bibin.

Di vê bîranîna xemgîn de, careke din dubare dikin ku pêwîst e Hikûmeta Iraqê li gor destûrê, erk û berpirsyariyên xwe di qerebûkirina kesûkarên şehîdan û herwiha qurbanî û ziyandîtiyên tawana Enfalê û hemû tawanên şer û wan komkujiyên ku li hember xelkê Kurdistanê hatine kirin, cibicî bike.

Aşkere ye ku bi sedema van tawanan, xelk û xaka Kurdistanê rûbirûyî siyaseta qirkirin, talankirin û wêrankirinê bûne, ji ber wê nabe tu carî mijara qerebûkirina qurbaniyên destê rêjîma berê ya Iraqê bêne piştguhxistin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem xwe bi deyndarê kesûkarên şehîdan û enfalkiriyên Kurdistanê dizane û her hewleke xwe dike ji bo xizmeteke hêja ji wan re bike û li gor karîna xwe birîna wan derman bike.

Silav li giyanê pak ê şehîdan û tawana Enfalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.