Mesrûr Barzanî li ser wefata Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed peyameke serxwesîyê belav kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya dîroknasê navdar ê Kurd Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed peyameke sersaxiyê belav kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi xemeke mezin, min nûçeya koça dawî ya nivîskar û dîroknasê navdar ê Kurd Dr. Kemal Mezher bihîst, ku bi rêya berhemên xwe, xizmeteke mezin di warê dîroka Kurdistanê û pirtûkxaneya Kurdî de kiriye.
Ez sersaxî didim malbata cenabê wî û ronakbîrên Kurdistanê û xwe hevparê xemê wan dibînim.
Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û aramî û sebrê jî bide me hemûyan.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Dîroknasê Kurd Prof. Dr. Mezher Ehmed li Almanyayê koça dawî kir

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin