Mesrûr Barzanî li Hewlêrê bi sanda Encûmena Bazirganî ya Amerîka-Kurdistanê re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 9ê Gulanê li paytext Hewlêrê pêşwazî li şanda Encûmena Bazirganî ya Amerîka – Kurdistanê kir.
Di civînê de, de tekezî li ser hat kirin ku Herêma Kurdistanê hemû erk û pabendiyên xwe di çarçoveya destûr û rêkeftinan de bicih kiriye û daxwaz hat kirin, Hikûmeta Iraqê jî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê binpê neke.
Serokê Encûmenê David Tafuri destpêka civînê, kurteyek derbarê armanca serdana xwe û pêkhateya şandê pêşkêş kir û amadebûna xwe ji bo pêşvebirina kar û veberhênanên xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ronahî xiste ser guherîn û pêşhateyên herî dawî yên Herêma Kurdistanê û pêwendiya ligel Hikûmeta Iraqê, bal kişand ser ku Herêma Kurdistanê hemû erk û pabendiyên xwe di çarçoveya destûr û rêkeftinan de bicih kiriye û daxwaz kir, Hikûmeta Iraqê jî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê binpê neke.
Di civînê de, herwiha rewşa pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên Herêma Kurdistanê hat axaftin û Serokwezîr pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kûrkirin û pêşvebirina kultura pêkvejiyana netewî û olî û azadiya olî û parastina mafên pêkhateyên cuda dubare kir.
Şanda Encûmena Bazirganî ya Amerîka – Kurdistanê pesnê çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, bi taybetî derbarê hêsankariya ji bo veberhêneran û dîjîtalkirina xizmetguzariyan û proseya vîzeya elektronîkê de.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin