Mesrûr Barzanî li Bexdayê axivî: Me erka xwe pêk anî
PeyamaKurd — Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku li Bexdayê hevdîtin pêk anî got ku wan hemû hewlên xwe dane da ku mûçeyê karmendan bi mijarên siyasî re neyê tevlihevkirin. Barzanî got, hefteya bê wê li Bexdayê civînek derbarê hinardekirina petrolê de were lidarxistin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku doh ji bo hevdîtina bi rayedarên Iraqê re çûbû Bexdayê, piştî hevdîtina xwe ya li gel Serokê Koalîsyona Siyade ya Sune Hamîs Hancer daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di bersiva pirseke, "gelo wê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê berî cejnê bê dayîn yan na" got, me hemû hewlên xwe dan da ku Bexda pirsa mûçe bi mijarên siyasî re tevlihev neke. Me jî erkên xwe bi cih anî."
Serokwezîr Barzanî got, hefeya bê wê li Bexdayê derbarê destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê de civînek were lidarxistin.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku hevdîtinên wî yên li gel aliyên siyasî yên Iraqê encamdar bûn û got, "Rayedarên ku me hevdîtin pêk anîne, piştgiriya xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan dubare kirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî mekanîzmayên baş hatine avakirin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin