Mesrûr Barzanî: Kurdistan dewlemend e bi çavkaniyên mirovî û çavkaniyên xwezayî
PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro bingeha 3 projeyan datîne. Her sê proje ji Kargeha aş, xaniyên şûşeyî ji bo çandina sebze û fêkî li gel projeya xwedîkirina çêlekan û pîşesaziya xorakê pêk tên.
Serokwezîr di merasîma danîna hîmê wan 3 projeyan de gotarek pêşkeş kir.
Gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Xwişk û birayên hêja
Amedebûyên qedir giran
Ez spasiya we hemûyan dikim. Îro em li vê dere ne û ez gelek bextewer im ku dibînim careke din em li bajarê Duhokê û qeza Sêmêlê kombûne ji bo danîna hîmê çend projeyên stratejîk û girîng. Ne tenê ji bo vê deverê, ji bo hemû Kurdistanê jî giring e. Ew jî pêşxistina sektora çandinî û pîşesaziya xorak li Kurdistanê û peydakirina gelek derfetên kar ji bo ciwanên welatê me, ku ev jî yek ji wan projeya ne û bername û plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî ev heye, ku pêşxistina aboriya Kurdistanê û berfirehkirina çavkaniyên dahat û zêdekirina derfetên kar ji bo ciwanan.
Ji ber vê jî ez spasiya şîrketa Kavîn Grub dikim ji bo bicîhanîna wan projeyan. Hûn dizanin ku ev yek ji wan projeyane ku gelek projeyên din jî li vê derê hatine danîn û beşeke ji wan projeyên hikûmetê yên li gelek bajarên din, li Silêmanî, li Hewlêr, îdareyên serbixwe û wek li Helebce jî hatine danîn û em ê berdewam jî bikin. Ji bo me cîhê serbilindiyê ye, ku em dibînin ev kabîneye girîngiyeke zêde daye çavkaniyên dahat û hemûalîkirina dahatê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê.
Kurdistan dewlemend e bi çavkaniyên mirovî û çavkaniyên xwezayî yên xwe ve. Pêwîst e tişta ku em bikarin bikin ku em bikarin sûd ji axa xwe bibînin. Ew çavkaniyên xwezayî yên xweşik ên Kurdistanê bibînin ku mixabin heta niha ji gelek eger û sedeman sûd jê nehatiye wergirtin, yan jî giringî pê nehatiye dayîn, lê me di vê kabîneyê de soz daye ku hemû şiyanên xwe ji bo pêşxistina sektora kiştûkal û çandin û pîşesaziya xorakî û pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê em ê bi kar bînin.
Pêwîst e em bigîhin wê astê ku piştrast bin ji asayîşa xorak li Herêma Kurdistanê tê dabînkirin û metirsî li ser jiyana xelkê Kurdistanê namîne. Herwekî ku em dibînin gelek krîz û pirsgirêk li cîhanê serî rakirine, bi taybet piştî şer û pevçûnên li Ukrayna heye em dibînin gelek bandorê li ser sektora kiştûkal û xwarinê li cîhanê dike û bandora wê li ser Herêma Kurdistanê jî hebûye. Ji ber wê pêwîst e em girîngiyekî zêdetir bidinê, ku berhemên navxweyî û zêdetir bikin. Zêdetir pişta xwe bi xwe ve girêbidin, ji bo zêde kirina berhemên xwemalî û ne tenê ji bo pêwîstiya xwe dabîn bikin, herwiha bibin çavkaniya berhemanîna xorak ji bo beşên din ên Rojhilata Navîn û eger şiyan hebe ji bo welatên Kendav û Ewropa jî.
Ew dema çûyî bi hevkariya Encûmena Wezîran û wezaretên pêwendîdar û Wezaretên Kiştûkal û Bazirganî ve gelek hewl hate dayîn, li gel welatên din jî gotûbêj hate kirin ji bo dîtina bazarên nû ji berhemên xwemalî yên Kurdistanê re, em keyfxweş in ku serkeftin jî vê derbarê de bidest hat û demekî nêzîk de em ê ezmûneke serkeftî bibînin û hêvîdarin encamên wê jî derkevin û bibe rêxweşker ku berhemên navxweyî bişînin derve û bazarên cîhanê û cîhan jî berhemên navxweyî yên Kurdistanê nas bike. Ev derfetekî baş e û derfeta karê zêdetir ji bo xelkê û cotkarên me çêdike.
Dema ku cotkar berhemekî bi berhem tîne, divê sektora pîşesazî mijara veguhestinê û anîn û birinê yan berevajî wê û hinardekirina wê ji bo derve û ew hemû di bin derfetên kar ji bo wan kesên di wan warane de kar dikin. Ji bo wê gelek caran min gotiye kiştûkalî û çandinî bingehê pêşxistina aboriya her welatekî ye, lê eger girîngiyê pê bide û pêş bixe, wê demê sektora çandiniyê jî pêş dikeve.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin