Mesrur Barzanî Krîsmas pîroz kir: Kurdistan malbenda pêkvejiyanê ye

24 berfanbar 2019 16:05
Mesrur Barzanî Krîsmas pîroz kir: Kurdistan malbenda pêkvejiyanê ye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, bi sedema hnatina Cejna Jidayikbûna Hezretê Mesîh “Krismas” peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî Xrîstiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Bi boneya Cejna Jidayikbûna Hezretê Mesîh “Krismas” pîrozbahiyeke germ arasteyî Mesîhiyên Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im di keşeke aram û asûde û de cejna xwe bikin.”

Mesrûr Barzanî da zanîn, “Herêma Kurdistanê wek malbenda pêkvejiyana netewî û olî dimîne. Şanaziyê jî dikin ku bûye penayek bo mêvandariya bi sedan hezar koçber û penaberan û di nav de jî Mesîhiyên Iraq û navçeyê.”

Di berdewama peyamê de hat destnîşankirin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kedên xwe jî berdewam dibe bo dabînkirina aramî, dilniyayî û alîkariya bo hemû kesên ji ber sitem û zordariyê berê xwe didin Herêma Kurdistanê.

Mesrur Barzanî got, “Hêvîdar im şer û karesat li navçeyê û cîhanê bi giştî bidawî bibe û aştî, aramî û avedanî li şûna wê bicih bibe.”