Mesrûr Barzanî: Helebce bûye yek sembolên herî diyar ên qurbanîdana gelê Kurdistanê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo 34emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê, peyamek belav kir û got: “Cihekî wê yê girîng di dil û derûniya Kurdistaniyan de heye û bûye yek sembolên herî diyar ên qurbanîdana gelê Kurdistanê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:
Di sê û çarmîn salvegera kîmyabarana bajarê Helebceyê ji aliyê rêjîma Beis a Iraqê ve, em bejna xwe li ber şehîdên vê komkujiya hovane ditewînin û wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.
Helebce malbendeke girîng a ronakbîrî û warê çendîn helbestvan, nivîskar, zana û navdarên Kurdistanê ye. Cihekî wê yê girîng di dil û derûniya Kurdistaniyan de heye û bûye yek sembolên herî diyar ên qurbanîdana gelê Kurdistanê ji bo gihîştina bi mafên xwe yê rewa, ji ber wê di vê boneya xemgîn de dubare dikin ku pêwîst e Hikûmeta Iraqê berpirsatiya xwe ya exlaqî di ber qerebûkirina kesûkarên şehîd, birîndar û berketiyên kîmyabarana Helebceyê û tevahiya qurbaniyên jenosydkirina gelê Kurdistanê navçeyên ziyandîtî yên din ên Kurdistanê bigire stûyê xwe û li gor madeya 132 a destûrê, wan qerebû bike û rêzê li xebat, têkoşîn û qurbanîdana xelkê Helebceyê bigire, Ji bo ku xizmetguzariyên hêjayî pêşkêşî welatiyan bike û êş û azarên xelkê vî bajarê ezîz sivik bike.
Her çend sal in Helebce ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bûye parêzgeh, lê mixabin heta niha jî Hikûmeta Federal di asta pêwîst e wek parêzgeh serederî bi Helebceyê re nake û rêkarên parêzgarbûna wê rastî kêş û astengiyan tê.
Ji ber wê, daxwazê ji berpirsên Hikûmeta Federal dikin di zûtirîn dem de wan rêkaran temam bikin û careke din vê babetê piştguh nexin. Di heman demê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe di temamkirina pêkhateyên îdarî yên parêzgeha Helebceyê de û dê bi sazî û dezgehên hikûmetê yên din yên mayî ava bike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe bi qerzarê kesûkarên şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurdistanê dizane û erkê pêşîne yê Hikûmetê ye ku xizmeteke hêjayî Helebce û rûniştvanên wê yên xweşewîst bike.
Silav li giyanê pak ê şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurdistanê be
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin