Mesrûr Barzanî gihîst Swîsreyê û dê besdarî Davosê bibe

20 rêbendan 2025 15:55
Mesrûr Barzanî gihîst Swîsreyê û dê besdarî Davosê bibe

PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî geheşt Swîsre û dê beşdarî Forûma Aborî ya Cîhanî ya Davosê bike ku îsal bi dirûşmeya “Alîkarî ji bo serdema Zîrek” dê di navbera 20-24ê meha çileyê bi rê ve biçe.

Îro 20.01.2025an Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihîşt Swîsreyê û dê beşdarî Forûma Aborî ya Cîhanî ya Davosê bibe û li gel wê jî dê birrek hevdîtinan li gel serok û serokwezîr û berpirsên payebilind ên cîhanê pêk bîne û derfetên pêşxistin û alîkariya li gel Herêma Kurdistanê dê gotûbêj bike, bi taybet jî di warên aborî, bazirganî û veberhênanê de.

Herweha îsal Kurdistan Housea ku li Davosê sala borî bi rêberiya Serokê Hikûmetê hat vekirin, gelek çalakiyan bi beşdariya gelek veberhêner û sermayedar û xwedîkarên Kurdistanê bi rêk dixe ku armanca wê dê nasandina Herêma Kurdistanê û pêşxistina veberhênerî û danûstanên bazirganiyê be.