Mesrûr Barzanî: Em ê hewl bidin ku nêrîna xwe di vê konferansê de eskere bikin

18 sibat 2022 12:02
Mesrûr Barzanî: Em ê hewl bidin ku nêrîna xwe di vê konferansê de eskere bikin

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro li Almanyayê beşdarî Konferansa Asayîşê ya Munichê dibe û di derbarê wê de peyamek belav kir û diyar kir: “Ez kêfxweş im ku beşdarî 58emîn Konferansa Munichê dibim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kir: “Ev konferans di demekê de birêve diçe ku bêmitmaneyiyeke mezin li ser asayîşa cîhanê û aboriya cîhanê li holê ye.”

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir: “Em ê hewl bidin ku nêrîna xwe di vê konferansê de eşkere bikin.”