Mesrûr Barzanî: Cejna we pîroz be û Kurdistan jî her tim aram û avadan be!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir. Barzanî pîrozbahî li misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê kir.
Peyama Cejna Qurbanê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:
Bi minasebeta cejna pîroz ya Qurbanê, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî misilmanên herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê dikim, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekarî yên navxwe û kesûkar û malbetên serfiraz yên şehîd û enfalkiriyan dikim û hêvî dikim rojên cejnê di rewşeke aram û di nava xweşî û aramiyê de derbas bikin.
Di wan deman de mixabin ku hijmara berketiyên Koronayê bilind dibe, lewre daxwaz ji welatiyên herêma Kurdistanê dikim ku pêbendî şîretên tendirostî û rêkarên xweparêziyê bin.
Cejna we pîroz be û Kurdistan jî hertim aram û awedan be.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin