Mesrûr Barzanî bi sanda leskerî ya Iraqê re civiya: Divê Pêsmerge wek besek ji sîstema ewlehiya Iraqê bê dîtin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 19ê Hezîranê pêşwazî li şanda bilind a leşkerî û ewlehîyê ya Iraqê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civîna ku serokatiya şanda Iraqê Serokerkanê Artêşa Iraqê General Ebdulemîr Yarulla dikir de, tekezî li girîngiya pêşvebirina hevahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê kir bi taybetî jî li deverên maddeya 140 ji bo rûbirûbûna terorê.
Mesrûr Barzanî got, divê Pêşmerge weke beşek ji sîstema ewlehiya Iraqê were dîtin û were piştgirîkirin, ji ber ku bihêzbûna Pêşmerge di berjewendiya seqamgîrbûna rewşa ewlehiya Iraqê bi giştî de ye. Divê artêşa Iraqê jî nûnertiya hemû pêkhateyên Iraqê bike û bêyî ciyawazî, wan biparêze.
Şanda Iraqê tevî pêşkêşkirina kurteyek li ser rewşa ewlehî û serbazî ya li Iraqê, da zanîn ku armanca hatina wan pêşvebirin û bihêzkirina hevahengî û hevkariya navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin