Mesrûr Barzanî bi nûnerê Sahê Brîtanyayê re rêkeftina gesepêdana bazirganî îmze kir

03 îlon 2024 19:54
Mesrûr Barzanî bi nûnerê Sahê Brîtanyayê re rêkeftina gesepêdana bazirganî îmze kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Brîtanî ya bi serokatiya Komîserê Şahê Brîtanyayê yê Karûbarên Bazirganî li Rojhilata Navîn û Pakistanê Oliver Christian kir. Piştî hevdîtinê, di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de, rêkeftina geşepêdana bazirganî hate îmze kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di civîna ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley jî tê de amade bû de, behsa pêşdebirina pêwendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de, bi taybetî di warê bazirganî û veberhênanê de hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevanî û alîkariyên berdewam yên Brîtanyayê ji bo Herêma Kurdistanê kir û daxwaza pêşxistina pêwendiyên dualî di warên cuda de anî ziman.

Komîserê Şahê Birîtanyayê bo Karûbarên Bazirganî, bal kişand ser pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê ku gelek derfet hene ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan de.

Piştî civînê Serokwezîr Mesrûr Barzanî çavdêrî û serperiştiya îmzekirina rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya ya di warê geşepêdana bazirganiyê de kir.

Di rêkeftinê de, bi taybet behsa pêşketin û geşepêdana warên çandinî, tenduristî, pêşxistina çavkaniyên mirovî û teknolojiyê tê kirin.