Mesrûr Barzanî bi Konsula nû ya Brîtanyayê re pêsxistina pêwendiyan gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26ê Çileyê, li Hewlêrê pêşwazî li Konsûla Giştî ya nû ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Rosie Cave kir.
Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Rosy Cave kir û hêviya serkeftinê di erkê wê de jê re xwest û ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiya bihêz a navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê, hemû piştgiriyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo konsula nû nîşan da.
Konsula Brîtanyayê spasiya hevkarî û hevahengiya saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel konsulxaneya welatê xwe kir û daxwaza xwe ya pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê dubare kir.
Herwiha di civînê de, girîngiya encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hat diyarkirin û Serokwezîr destnîşan kir ku divê proseya hilbijartinan di demeke guncaw a îsal de were encamdan û ji bo vê mebestê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû amadekariyên pêkanîna hilbijartinan dike û pêwîstiyên wê dabîn dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin