Mesrûr Barzanî bi El Xed re li ser mafên Kurdên Sûriyê axivî

26 mijdar 2023 13:16
Mesrûr Barzanî bi El Xed re li ser mafên Kurdên Sûriyê axivî

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokê Tevgera El-Xed a Sûriyê re civiya û daxwaza çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane, rêzgirtina li mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê û pêşxistina pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên cuda de kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh pêşwazî li Serokê Tevgera El-Xed a Sûriyê Ehmed El-Cerba kir û di hevdîtinê de li ser geşedanên dawî yên li Sûriye û herêmê, herdu aliyan nêrînên xwe anîn ziman.

Hate diyarkirin ku her du alî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi aştiyane, rêzgirtina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê û pêşxistina pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên cuda de hevnêrîn bûn.e