Mesrûr Barzanî bi Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller re civiya

26 cotmeh 2021 16:57
Mesrûr Barzanî bi Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26ê Cotmehê bi Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller re civiya.

Di civînê de, guftûgo derbarê pêşhatên dawî û guhartinên Iraq û navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîka hatin kirin.

Balyozê Amerîka li Iraqê, pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê li Serokwezîr kir û piştevaniya Amerîka ji bo Iraqeke federalî û xwedî serwerî dupat kir.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Amerîka kir û tekezî li girîngiya pêkanîna hikûmeteke giştgîr kir ku maf û xwestekên hemû pêkhateyên cuda yên Iraqê desteber bike û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî jî bi awayekî rîşeyî û li ser bingeha destûrê çareser bike.