Merrick Garland bû wezîrê dadê yê Amerîkayê

11 adar 2021 05:37
Merrick Garland bû wezîrê dadê yê Amerîkayê

PeyamaKurd – Namzedê bo wezareta dadê yê Amerîkayê Merrick Garland (68) ku Joe Biden ew kiribû namzed, di dengdana Senatoya Amerîkayê de hat qebûlkirin û bû wezîr. Garland ji 100 senatoran dengên 70 senatoran sitend. Di senatoyê de serokê demokratan Chuck Schumer piştî dengdanê got ku her dû partî bi Garland bawerin, durist, serbixwe û kesekî baweriyê ye û weha got:

“Bi eksa wezîrê dadê yê dewra Trumpî, dizane ku wezîfa wî parastina hûqûqê ye.”