Merîvan | Hêzên Îtlaata Îranê 3 welatiyên Kurd girtin
PeyamaKurd – Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku di çend rojên borî de sê hemwelatiyên kurd li bajarê Merîvanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îtilaata Îranê (Hêzên Îstixbarî yên Îranê) ve hatine girtin.
Li gor agahiyên gihîştine Hengawê êvara roja înê 17ê Gulanê hemwelatiyekî kurd bi navê Dilêr Fetahzade kurê Mistefa xelkê gundê Nîyê yê Merîvanê ji aliyê Îtlaata Îranê ve hatiye girtin.
Roja şemiyê 18ê mehê jî hemwelatiyekî kurd yê xelkê gundê Zirîwarê bi navê Nadir Ebdulazade ji aliyê Îtilaatê ve hatiye girtin.
Hat diyarkirin ku Ebdullahzade bi hinceta hevkarî ligel hizbekî kurd yê dijberî Îranê re kiriye, hatiye girtin.
Dîsa heman rojê xwendekarekî xelkê Merîvanê bi navê Kijwan azadiyan jî hatiye girtin û tu agahiyek li ser wî berdest nîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin