Mehmet Sîmsek, pêkhateyên bernameya aboriyê eskere kir
PeyamaKurd- Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek, di ser hesabê xwe yê medyayacivakî re ragihand ku sê beşên sereke yên bernameya aboriyê hatine amadekirin.
Mehmet Şîmşek ragihand ku di bernameya wî ya di warê aboriyê de sê beşên bingehîn hene.
Şîmşek di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de ev yek weke dîsîplîna malî, enflasyona yekjimarî û di dema navîn de reformên avahîsaziyê ragihand û got,
“-Ji nû ve avakirina dîsîplîna darayî; ango kêmkirina kêmasiya bûdceyê, di astekê de ku bi pîvanên Maastrichtê re lihevhatî be, ji derveyî bandora erdhejê.
- Li gorî armanca enflasyonê, ji bo ku di maweya navîn de enflasyonê bibe yek reqemî, polîtîkaya diravî û dahatê ya gav bi gav hişkkirin.
- Reformên strukturî yên ku dê aramiya makro-darayî û hemû destkeftiyên din mayînde bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin