Medyaya Almanî: Pêvajoya endamtiyê, hat girtin!

30 gulan 2023 16:30
Medyaya Almanî: Pêvajoya endamtiyê, hat girtin!

PeyamaKurd- Rojnameya Alman Frankfurter Allgemeine Zeitung (FAZ) di gotara bi sernavê "Tirkiyeyê li dijî Ewropayê biryar da" de diyar kir ku pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê, niha hatiye girtin.

Piştî biserketina Recep Tayîp Erdogan a Hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê ya 28ê Gulanê, di nûçeyên çapemeniya Almanî de bal hat kişandin ser têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê.

Yek ji rojnameyên navdar ên Almanyayê Frankfurter FAZê, di nûçeya xwe de sernavê "Tirkiyeyê li dijî Ewropayê biryar da" bi kar hanî.

Di gotara ku serkeftina Erdogan wekî "Herêkirina polîtîkaya ku ber bi YEyê ve nazivire" hat şîrovekirin de hat nîqaşkirin ku têkiliyên di navbera Rojava û Tirkiyeyê de dê dijwar bin.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku "Endamtiya Tirkiyeyê ya YEyê, niha hatiye girtin. Mijara endambûna YEyê jî heta niha çareser bûye. Heger Kemal Kiliçdaroglu bi ser ketibûya jî ev yek dê negihîşta encameke teqez. Lê heger gera duyem bi rastî referanduma li dijî Erdogan be, Tirkiyeyê rija yekşemê li dijî Ewropayê biryar daye. Tirkiye ne li Rojava, li Rojhilatê dinihêre."