Medyaya Almanî: NATO, bi vê rêbazê gefan li wî welatî dixwe

25 gulan 2023 20:00
Medyaya Almanî: NATO, bi vê rêbazê gefan li wî welatî dixwe

PeyamaKurd- Rojnameya Bild ku yek ji rojnameyên sereke yên Almanyayê ye ragihand ku NATOyê bi tetbîqata asîmanî ya bi navê Air Defender-23, biryar daye ku gefan li Rusyayê bixwe.

Di vê pêvajoya ku di navbera welatên rojava û Rusyayê de berdewam dike de ji çapemeniya Alman îdiayeke balkêş hat belavkirin.

Li gorî rojnameyê, tetbîqat di sala 2018an de hatibû nîqaşkirin, lê belê biryara dawî di demeke nêzîk de piştî destpêkirina operasyona leşkerî ya taybet a Rusyayê ya li Ukraynayê hat dayîn.

Di nûçeya rojnameyê de hat îdiakirin ku "Bundeswehr, niha xwe ji bo mezintirîn tetbîqata asîmanî ya NATOyê ya di dîrokê de amade dike. Li gorî plana fermandariya leşkerî ev tetbîqat dê ji Rusyayê û ji Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin re bibe sinyalek."

Air Defender-23, dê di navbera 12 û 23 Hezîranê de li Almanyayê were lidarxistin û tê plankirin ku bi hezaran leşkerên ji Amerîka û Ewropayê beşdarî tetbîqatê bibin.