Medya Tirkiyê îdia dike ku ‘fermandarekî PKKê’ hatiye kustin
04 mijdar 2019 15:48
PeyamaKurd – Medya Tirkiyê îdia dike ku di operasyoneke hevpar a TSKê û MÎTê ya li Iraqê, fermandarê PKKê Musluh Îke ku wekî Têkoşer Zagros jî dihat naskirin, hatiye kuştin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê (AA) ku xwe dispêre çavkaniyên ewlekariya Tirkiyê, di operasyoneke hevpar a ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Îstîxbarata Netewî ya Tirkiyê (MÎT) li bakurê Iraqê kir da Musluh Îke bi navê xwe yê naskirî Têkoşer Zagros hatiye kuştin.
Tê gotin ku Têkoşer Zagros fermandar û berpirsê herêma Metînayê bû.
Ji aliyê din ve heya niha PKKê di vê barê de daxuyaniyek nedaye û mijar piştrast jî nekiriye û red jî nekiriye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
YPG bi daxuyaniyekê îdiayek Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê red dike
18 cot 2021
Cîhan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî seredana Tirkiyê dike
15 cot 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin