Medya Tirk: Operasyon bidawî bû, Tirkiye herêmeke din dagir nake

25 mijdar 2019 20:21
Medya Tirk: Operasyon bidawî bû, Tirkiye herêmeke din dagir nake

PeyamaKurd – Çavkaniyên ewlekariyê yên Tirkiyê radigihînin ku operasyona artêşa Tirkiyê ya êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê ku bajarokên Girê Spî û Serêkaniyê hatibûn dagirkirin bidawî bûye û êdî li ser ti herêmeke din a bakurê Sûriyê operasyonên dagirkirinê (kontrolkirina herêmeke din) çênabin.

Li gorî nûçeya Haberturk a Tirkî ku dispêre çavkaniyên ewlekariyê, artêşa Tirkiyê ku tevî komên çekdar operasyona dagirkirinê li ser Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin, hatiye bidawîkirin û niha tenê paqijiya bombe û mînan tê kirin.

Heman çavkanî radigihînin ku êdî Tirkiye herêmeke din li Sûriyê dagir nake, lê bersiva êrîşan dide.

Beriya niha Rûsyayê li ser daxuyaniyên berdewamkirina êrîşan ên rayedarên Tirkiyê dabû xuyakirin ku li gorî rêkeftinên hatine kirin Tirkiyê soz daye êrîşan rawestîne û herêmeke dagir neke.