Medya Îsraîlê: Netanyahû pêsniyara agirbestê qebûl kir!
07 sibat 2024 21:14
PeyamaKurd – Medyla Îsraîlê piştî ku hikûmeta Îsraîlê hevdîtinên MOSSADê yên bi navbeynkariya Qeterê bo agirbestê piştrast kir, ragihand ku Serokwezîr Binyamîn Netanyahû destûra agirbestê daye.
Agirbesteke domdar ji aliyê Wezîrê Derve ê Amerîkayê Antony Blinken ve di serdana dawî de hate pêşnîyarkirin û hîn Blinken li Îsraîlê ye nûçeya ku Netanyahû agirbest qebûl kiriye hatiye belavkirin.
Weşana dewletê ya Îsraîlê (KAN) jî ragihandiye ku Netanyahû bêyî agahdarkirina kabîneya şer agirbesta Xezzeyê qebûl kiriye.
Li gorî çavkaniyan, wê agirbesta ku tê pêşbînîkirin ji 3 qonaxên pevguhertina dîlan û cenazeyên herdu aliyan pêk bê û her qonaxek jî 45 rojan berdewam bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Medya Îsraîlê: Netanyahû pêsniyara pevguhertina dîlan red kir
18 rbn 2024
Jiyan
Medya Îsraîlê: Pêsniyara Qeterê ya derbarê agirbestê de hate qebûl kirin
31 brf 2023
Teknoloji
Medya Îsraîlê: Îsraîl projeya Sûriyeya wekî kanton dabeskirî gotûbêj dike
10 rbn 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin