Medvedev dîsa gefa çekên nukleerî xwar: Du vebijark hene...
PeyamaKurd - Cîgirê serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev, îro 5ê Tîrmehê li ser şerê li Ukraynayê ragihand ku şer wisa bi lez bi dawî nabe, du vebijark hene; yan lihevkirina aştiyê yan jî bi çekên nukleerî.
Medvedev di vîdyoyeke li ser telegramê hatiye belavkirin de dibêje: “Her şer heta şerê cîhanê jî dikare bi lez bi dawî bibe; yan bi lihevkirina aştiyê yan jî mîna Amerîkayê sala 1945an kiriye, dema çekên nukleerî bi kar aniye û di encamê de derdora 300 hezar sivîlan berdêl dane.”
Medvedev bibîr xistiye ku Amerîkayê 2 bombeyên nukleerî avêtin bajarên Hîroşîma û Nagazakî yên Japonyayê di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de û di encamê de şer bi dawî bû.
Ev nirxandinên Medvedev wekî ku Rûsya wekî di daxuyaniyên berê de jî hatiye diyarkirin, vebijarka bikaranîna çekên nukleerî di şerê Ukraynayê de dide berxwe, hate ravekirin.
Li aliyê din rojnameya Financial Times a brîtanî ku agahiyên xwe spartine 2 rayedarên rojavayî, ragihandiye ku serokê Çînê Şî Cînpîng li hember îhtimala bikaranîna çekên nukleerî li Ukraynayê, hişyarî daye serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin