"Me li ser hevdîtina Serok Barzanî û Mazlûm Ebdî li gel Balyozê Gistî yê Tirkiyê li Hewlêrê gotûbêj kir"
PeyamaKurd – Endamê PDKê Hoşyar Zêbarî ragihand ku wan bi Serkonsulê Tirkiyê yê Hewlêrê Erman Topçu re li ser hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî axivîne.
Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya taybet bi Serbalyozê Giştî yê Hewlêrê yê Tirkiyê Erman Topçu re hevdîtin pêk anî.
Li gor daxuyaniya Hoşyar Zêbarî, di civînê de aliyan li ser gelek mijarên hevbeş nêrînên xwe danustandin.
Hoşyar Zêbarî ragihand ku wan bi Topçu re li ser serdana Fermandarê HSDê Mazlum Abdî ya herêmê û hevdîtina wî ya bi Serok Mesûd Barzanî re axivîne.
Li aliyê din Serkonsolosê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Erman Topçu jî got, "Me bi Wezîrê Karên Derve yê berê yê Iraqê û endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî re hevdîtin kir û li ser mijarên dualî û herêmî axivîn. Em spasiya birêz Zêbarî dikin ji bo mêvandariya wî ya asayî."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin