"Me bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re peyman îmze kir"
PeyamaKurd – Banka Bazirganî ya Iraqê (TBI) ji bo projeya Hesabê Min bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re peyman îmze kir.
Di daxuyaniya bankayê ya roja Yekşemê 03.11.2024ê de hat ragihandin, ku di çarçoveya projeya Hesaba Min ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye çêkirin, ji bo dîjîtalkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, girêbestek hatiye îmzekirin.
Hat destnîşankirin ku peyman li gorî pêşniyarên Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û biryarên Dadgeha Federalî hatiye îmzekirin.
"Hesabê min"
Ev destpêşxeriya kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo pêşxistina sektora bankî, dîjîtalkirina mûçeyên zêdetirî milyonek karmend, hêzên ewlehiyê û kesên xanenişînan. Proje tê plankirin ku bi kêmkirina girêdayîbûna bi danûstendinên diravî re karbidestî û şefafiyeta hikûmetê zêde bike.
Bi saya projeya “Hesaba Min” karmend, xanenişîn û hêzên asayîşê bi rêya tora bankomatên ku dê li zêdetirî 1000 stasyonên li seranserê Herêma Kurdistanê were sazkirin, bi awayekî ewle, şefaf û hêsan bigihin mûçeyên xwe.
Proje wê hêsantir bike ku hemî beşdarên xwe bigihîjin karûbarên bankingê yên nûjen, di nav de deyn, teserûf û dravê dîjîtal.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di ragihandina wê bernameyê de got: "Ev rêyeke pêbawer, şefaf û rehet e ku karmend û kesên xanenişînkirî mûçeyên xwe bi rêya tora ATM li 1000 xalan li seranserê Herêma Kurdistanê werbigirin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin