McGurk li ser Rojava, HSDê û Tirkiyê nivîsand: ‘Rastiyên Hisk ên Sûriyê’

18 nîsan 2019 22:43
McGurk li ser Rojava, HSDê û Tirkiyê nivîsand: ‘Rastiyên Hisk ên Sûriyê’

PeyamaKurd Taybet -  Nûnerê Taybet ê berê bo Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Bret McGurk bi sernavê ‘Rastiyên hişk ên Sûriyê’ ji Kovara Foreign Affairs re analîzek nivîsand.

McGurk di gotara xwe de bal kişand ser gefên Tirkiyê yên ser hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê û got, ev dê encamên cidî di pêwendiyên Amerîka-Tirkiyê de derxe holê û pêwîste rayedarên amerîkî fêm bikin ku Tirkiye li Sûriyê ne şirîkeke bi bandor e.

McGurk di nivîsa xwe de pêwîstiya parastina Kurdan anî ziman û diyar kir, heger parastin nebe, dê Tirkiye bi êrîşan bibe sedema rûdana Efrîna duyemîn û bi vî awayî jî bi awayekî xwezayî rê li ber felaketeke ji nû ve zindîbûna komên radîkal ên wekî DAIŞê bê vekirin.

‘TIRKIYE Û ÎRANÊ KONTROL BIKIN’

McGurk dibêje, stratejiya Trump a hiştina hêzên amerîkî li Sûriyê, tekane şanse ji bo rêgiriya zindîbûna DAIŞê û diyar dike, “Armancên Îran û Tirkiyê kontrol bikin û ji bo rêkeftineke erênî ya piştî şer bazarê bi wan re bikin.”

‘ERDOGAN JI BO SÎNORAN JI DAIŞÊ RE BIGIRE NEKET TEVGERÊ’

McGurk destnîşan dike ku rêveberiya Tirkiyê ya bi seroktiya Recep Tayyip Erdogan ji destpêkê ve di şerê dijî DAIŞê de bi pirsgirêk e û dibêje: “Obama di salên 2014 û 2015an de, bi rijd ji wan xwest ku sînorên Sûriyê-Tirkiyê ku terorîstên DAIŞê bi serbestî bikar dianîn kontrol bike. Lê Erdogan ne kete tevgerê. Tirkiyê nîşan da ku ew li dijî rizgarkirina Kobaniyê ya ji êrîşên DAIŞê yên dawiya sala 2014an e.”

 ‘HETA HÊZÊN AMERÎKÎ LI WIR BIN…’

Brett McGurk da zanîn ku vê helwesta Tirkiyê hiştiye ku Amerîka bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku parastina Kobaniyê dikirin û piştre jî bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDD) re hevkariyeke nêzîk pêk bîne.

McGurk got, “Dema Tirkiyê gefên êrîşê li Kurdên sînor dixwarin, Washingtonê bi bîra Enqereyê dixist ku leşkerên amerîkî li wir in. Heta ku yekîneyên Amerîkayê hebin, şansê mudaxeleya artêşa Tirkiyê tunebû. Çimkî wan dizanî ku ger jiyana leşkerên amerîkî bixin xeteriyê dê encamên cidî di pêwendiyên digel Washingtonê de çêbin.”

‘ÊRÎŞA EFRÎNÊ JI BO ZÊDEKIRINA ERDÊN TIRKIYÊ BÛ’

McGurk hişyariya êrîşeke wekî ya Efrînê da ku bûye sedema koçberkirina 150 hezar şêniyên Kurd û bicihkirina ereb û tirkmenan:

"Ev operasyona navborî, ne li hemberî gefeke rasteqîne bû. Tenê ji bo zêdekirina erdên sînorên Tirkiyê bû. Lewra Erdogan difikirî ku Tirkiye ji ber Peymana Lozanê ya sala 1923yan bi neheqî ji wir vekişiyaye.”

 ‘VEKIŞÎN DÊ FELAKETÊ BI XWE RE BÎNE’

Li gor McGurk êdî dem hatiye ku dîplomatên amerîkî bi Tirkiyê re lihevkirineke ku hem Tirkiyê tetmîn bike hem jî Kurdan jî biparêze pêk bîne:

“Bêyî lihevkirineke wiha vekişîn (Hêzên Amerîkayê) dê bibe sedema guherîneke mezin a demografîk. Dê ev rewş HSDê lawaz bike û dê valahiyeke ku rêxistinên tundrew ên wekî DAIŞê ji nû ve derkevin meydanê derxe holê ku dê ev jî bibe sedema felekatê.”

‘DEM HATIYE: TIRKIYE NE ŞIRÎKA BI BANDOR E’

McGurk di dawiya analîza xwe de destnîşan dike, êdî dem hatiye Amerîka fêm bike ku Tirkiyeya hevpeymana NATOyê li Sûriyê ne şirîka bi bandor e û divê bê zanîn ku hewlên dîplomatîk jî nikarin dawiyê li otorîterbûna Enqereyê bînin.

‘DIVÊ WASHINGTON TIRKIYÊ HIŞYAR BIKE’

McGurk dibêje, “Tirkiye her ku red dike li dijî hebûna El Qaîdeyê li bakurê rojavayê Sûriyê tiştekî bike jî, piştgiriyê dide wê yekê ku erda xwe bi qasî 20 kîlometreyan li bakurê Sûriyê zêde bike.”

McGurk da xuyakirin, piştî vekişîna hêzên Amerîkayê jî divê rêveberiya Washingtonê nebe parçeyek ji rojava xapînok û hişyariyê bide Tirkiyê ku dema êrîşî HSDê bikin, dê encamên cidî di pêwendiyên wan de çêbibin.

Nûçe û Werger | PeyamaKurd