McGurk ji bo Rojava bang li Trump kir: Nehêle Tirkiye êrîs bike!

06 cotmeh 2019 19:27
McGurk ji bo Rojava bang li Trump kir: Nehêle Tirkiye êrîs bike!

PeyamaKurd - Nûnerê berê yê Serokê Amerîkayê yê têkoşîna dijî DAIŞê, dîplomatê Amerîkî Brett McGurk bang li serokê Amerîka Donald Trump kir ku rê li ber operasyona dagîrkirina Rojayê Kurdistanê ya Tirkiyê bigire.

Brett McGurk li ser hesabê xwe yê twîtterê li ser gefên Tirkiyê yên destwerdana Rojavayê Kurdistanê got, "Eger Tirkiye êrişî rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê bike dê DAIŞ dîsa bihêz bibe û ji ber wê jî divê Amerîka li dijî vê yekê derkeve."

Brett McGurk bang li serokê Amerîka Donald Trump kir nehêle Tirkiyê êrîş bike û heger Tirkiye êrîşî wê deverê bike jî wê çaxê Amerîka jî dikeve ber metirsiyê çimkî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) lawaz dibin û DAIŞ jî xurt dibe.