McGurk biryara Trump ya vekisîna ji Rojavayê Kurdistanê sermezar kir

18 îlon 2020 12:30
McGurk biryara Trump ya vekisîna ji Rojavayê Kurdistanê sermezar kir

PeyamaKurd – Li ser şerê li dijî DAIŞê û vekişîna Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê, Nûnerê berê yê Serokê Amerîka Brett McGurk, di twittekê de biryara Donald Trump şermezar kir û bal kişand ser biryara vekişîna ji Rojavayê Kurdistanê û got, ev biryar karesateke mirovî pêk anî.

McGurk di twita xwe de, balê dikşîne ser axaftineke Donald Trump ku gotibû piştî bi cîhhiştina Rojavayê Kurdistanê, ji bo Putîn û Erdogan hîç tiştek rû nade, paşê balê dikşîne ser nûtirîn rapora rêxistina Neteweyên Yekgirtî ku encamên wê biryara Trump çi karesateke mezin a mirovî li pê xwe aniye.

Herwiha McGurk destnîşan dike: ‘‘Tawana ceng, veguhestina bi zorê, revandin, kuştin, dizî û talan beşek ji wan tawanên li wê navçeyê rû dane ku Amerîka hêzên xwe jê vekişand û rewş ji vê jî xeraptir dibe.