Mazlûm Ebdî serdana Şamê dike

27 berfanbar 2025 19:55

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, serdana Şamê dike.

Mazlûm Ebdî serdana Şamê dike
Nivîskar: editor2

EuronuNews- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo hevdîtinên bi hikûmeta Sûriyeyê dê biçe Şamê û bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şara re bicive.

Li gorî çavkaniyeke Rêveberiya Xweser, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ji bo civîna bi berpirsên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re dê biçe Şamê.

Ziyareta Ebdî di demekê de ye ku hewlên ji bo tvlîkirina sazî û hêzan zêde bûne lê di heman demê de aloziyên ewlehiyê yên li bajarê Helebê metirsî li ser pêvajoyê çêkiriye.

Roja înê berpirsekî din ê Rêveberiya Xweser ji Rûdawê re gotibû, danûstandinên di navbera Qamişlo û Şamê de qonaxa teorîk derbas kiriye û pêngavên pratîkî hatine avêtin.

Berdevkê Şandeya Danûstandinan a Rêveberiya Xweser a Dêrezorê Yasir Silêman, hûrgiliyên peymana tê çaverêkirin eşkere kir ku li ser çend teweran disekine:

Biryar e li Sûriyeyê tenê "yek artêş" hebe ku pêkhateya wê curbicur be.

Hûrgiliyên tevlîkirina HSDê û cewherê pêkhateyan ji bo komîteya leşkerî ya hevbeş hatiye hiştin lê prensîb ew e ku "di welatekî de du artêş nabin."

Peyman heye ku petrol û dahat bi rêya saziyên fermî ji bo "hemû sûriyeyiyan" be.

Her wiha deriyên sînorî yên li gel Îraq û Tirkiyeyê dê bi awayekî "hevbeş" werin birêvebirin, bi awayekî ku bi sîstema dewletê re bigunce û mafê fermanberên niha jî parastî be.

Nêzîkbûn li ser peyrewkirina sîstema "nenavendî" heye.

Li gorî gotina Yasir Silêman, dikare kar bi Yasaya 107an were kirin piştî sererastkirina wê, da ku xelkê parêzgehan bi xwe parêzgar û berpirsên xwecihî hilbijêrin.

Beşek ji peymanê ew e ku fermangehên wekî Tapû û Tomara Şaristaniyê (Nifûs/Nasname) li deverên Rêveberiya Xweser werin çalakkirin.