Manila Times: 17 kes bi lêxistina brûskê mirin
PeyamaKurd – Li gor ragihandina Manila Timesê; li Hindistanê li eyaleta Biharê, brûskê li 17 kesî xist û di encamê de her 17 kes mirin. Li eyaleta Biharê baran gelek zêde hat û piştî baranê brûskê li wan xist. 6 kesên ku mirin karker bûn ku di nav zeviyê de dixebitîn.
Serokwezîrê eyaletê Nitish Kumar ji ber bûyerê xemgîniya xwe ragihand û got ku wê ji bo her malbatê 5 hezar dolar alîkariya pere bike.
Rêvebirên beşa kêşûhewayê ragihandin ku wê baran û hewa nexweş li eyaletê 5 rojên din jî dewam bike û hişyariyê dan xelkê eyaletê. Bi sedema barîna barana Musonan, li eyaleta Biharê brûsk zêde dikeve û dibe sedema mirina mirovan. Li eyaleta Biharê di meha hezîran û temmûzê de bi heman sedeman 60 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin