Brûskê li miyan xist û 17 mîh mirin

29 tîrmeh 2020 01:37
Brûskê li miyan xist û 17 mîh mirin

PeyamaKurd- Li bajarê Colemêrgê li navçe ya Geverê bi sedema barana zêde û ewrên birûskê, di dema ku kesê bi navê Ferhan Sevin miyên xwe diçêrand, brûska ku hat li miyên wî xist û 17 heban ji wan kuşt.

Gundiyên wî bazdan hawara wî lê Ferhan Sevin ji bûyerê matmayî mabû û weha got:

“Berya baran bibare min zarokên xwe şande malê. Dema birûsk li heywanan da, ji ciyê heywanan alav bilind bûn. Ez bi bûyerê şaş mam.17 miyên min telef bûn.”