Mamdanî derbarê Netanyahu de axivî: Gelo dema biçe New Yorkê dê girtin?
Şaredarê Bajarê New Yorkê Zohran Mamdanî diyar kir ku ger Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu di meha Îlonê de ji bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) were New Yorkê desthilata bajêr nîne wî bigire. Mamdanî got, hikûmeta federal dikare Netenyahu bigire.
RûpelNews - Di vîdyoyeke ku li ser platforma Xê hate parvekirin de, Mamdanî diyar kir ku şaredarî xwedî tu desthilateke yasayî ya serbixwe nîne ku biryara girtinê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ya li dijî Netanyahu bi cih bîne, û destnîşan kir ku ev desthilat di destê hikûmeta federal de ye.
Mamdani bang li hikûmeta federal a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kir ku tevlî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) bibe û biryara girtinê ya li dijî Netanyahu bi cih bîne.
Di 21ê Mijdara 2024an de, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ji bo Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê berê yê Îsraîlê Yoav Gallant, ji ber tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê yên ku li Xezeyê hatine kirin, biryarên girtinê derxistin.
