Malbatên pêketiyên koronayê bi çekan êrîsî nexwesxaneyê kirin

18 tîrmeh 2021 13:45
Malbatên pêketiyên koronayê bi çekan êrîsî nexwesxaneyê kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber nemana oksîjenê li nexweşxaneyeke Bexdayê, malbatên pêketiyên koronayê bi çekan êrîşî ser nexweşxaneyê kirin û kelûpelên bijîşkî şikandin.

Li gor zanyariyên ajansa “France Press”, ji ber qutbûna elektrîkê û nemana oksîjenê li nexweşxaneya Kindî ya Bexdayê, 4 pêketiyên koronayê canê xwe ji dest dan, malbatên pêketiyan jî wek nerazîbûnê, bi çekan êrîşî ser nexweşxaneyê û kamendan kirin.

Rêveberiya Polîsa Iraqê jî ragihandiye ku 10 kesên êrîşî ser nexweşxaneya Kindî kirine û hatine desteserkirin.

Li gor zanyariyan, nexweşxaneya Kindî li Bexdayê, navendeke nûjen û pêşketî ya taybet bi nexweşiya koronayê ye û jeneratorên wê yên bihêz hene.

Çend roj berê jî agir bi nexweşxaneya Koronayê li bajarê Nasiriye ya li başûrê Iraqê ketibû û herî kêm 60 kesan can tê de can dabûn.