Malbatên girtiyên Îsraîlî dest bi greva birçîbûnê dikin
PeyamaKurd – Rojnameya Yediot Ahronot a Îsraîlê, Midûrê Medyayê yê Navenda Koordînasyona Malbatên Girtiyên Xezzeyê Ronan Tzur diyar kiriye ku Netanyahu daxwaza hevdîtinê ya malbatên 100 girtiyên li Xezzeyê red kir. Tzur bal kişand ku malbatên girtiyan gotin ku "Netanyahu hewl dide yekitiya di navbera wan de têk bibe."
Li gor Tzur destnîşan kir, êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê berovajî hewldanên vegerandina girtiyan e. Tzur herwiha diyar kir ku malbatên girtiyan gef li Netanyahu xwariye ku wê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin û heta îro danê êvarê dem dane wî ku ji bo serbestberdana girtiyan bi kabîneya şer re hevdîtinê pêk bîne.
Artêşa Îsraîlê daxuyand ku "bi xeletî" 3 girtî kuştine
Di daxuyaniya niviski ya do ji aliye Arteşa İsraile ve hat dayin de wiha hat gotin: "Hêzên artêşa Îsraîlê di pevçûnên li Şucaiyeyê de bi xeletî 3 rehîneyên Îsraîlî wek tehdîd tesbît kirin. Di encamê de leşkeran gule li wan reşandin û hatin kuştin”
Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku di lêgerîn û kontrolên ku li herêma ku bûyer lê qewimî de "guman di derbarê nasnameya miriyan de derketiye holê" û paşê jî cenaze ji bo lêkolînê şandine Îsraîlê û paşê jî hat tesdîqkirin ku cenazeyên 3 girtiyan e. Piştî lêkolîna berfireh hat ragihandin ku cenaze yên girtiyên bi navê Yotam Haîm û Samer Talalka û girtiyekî ku malbatê nexwest navê wî were eşkerekirin in.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin