Malbata Emîn Îsa bang li HSDê kir bi fermî kustina bi îskencê ragihîne û lêborînê bixwaze!

26 tîrmeh 2021 18:56
Malbata Emîn Îsa bang li HSDê kir bi fermî kustina bi îskencê ragihîne û lêborînê bixwaze!

PeyamaKurd -  Malbata Emîn Îsa Elî ku ji aliyê asayîşa PYDê de li girtîgehî bi îşkenceyê hatibû kuştin, bang li hemû aliyên navdewletî, rêxistinên yasayî û mirovî, Hevpeymaniya Navdewletî û komîteyên pêwendîdar ên Netewên Yekbûyî kir, hûrgiliyên tawana kuştina kurê wan a di bin îşkenceyê de werin eşkerekirin.

Malbatê herwiha bang li serkirdatiya HSDê kir, daxuyaniyeke fermî ji raya giştî re belav bike û tê de berpirsariya xwe di ber kuştina Emîn Îsa di bin îşkenceyê de ragihîne û lêborînê bixwaze.

Malbata Emîn Îsa ELî di daxuyaniyekê de ragihand, “Hêzeke Asayişê roja 22/5/2021 Emîn Îsa ELî wek şahidê li ser dozekê ji mala wî ya li Hesekê birin, lê me termê wî roja 28/6/2021 wergirt û şûna eşkenceyên hovane li ser gewdê wî hebûn.”

Malbatê diyar kir, daxwaza hûrgiliyên îşkenceya li Emîn Îsa hatine kirin kir û ragihand, ev tawan di nava raya giştî û civaka nevdewletî de deng veda û rastî şermezarkirinê hat û hat xwestin ku tawankar bêne naskirin û dadgehkirin, lê piştî derbasbûna demeke dirêj, ti encam ji aliyê serkirdatiya HSDê ve nehatin eşkerekirin.

Malbatê diyar kir, wan helwesta xwe berê ji raya giştî re ragihandiye ku ew amade ne careke din gora Emîn li pêş dezgehên ragihandinê, xelkê û kesên pispor vekin û pişkinîn li ser termê wî bê kirin.

Herwiha Malbata Emîn Îsa Elî bang li hemû aliyên navdewletî, rêxistinên yasayî û mirovî, Hevpeymaniya Navdewletî û komîteyên pêwendîdar ên Netewên Yekgirtî kir ku li aliyên wan rawestin û fişarê bikin ta ku lêkolîneke dadwerane were kirin û hûrgiliyên tawana kuştina kurê wan werin aşkerekirin.

Herwiha malbatê daxwaz ji serkirdatiya HSDê kir, daxuyaniyeke fermî ji raya giştî re belav bike û tê de berpirsatiya xwe di ber kuştina Emîn Îsa di bin îşkenceyê de ragihîne, lêborînê ji malbata Emîn û raya giştî li ser vê tawanê bixwaze û kesên tawankar jî bide dadgeheke eşkere ta ku cezayên xwe yên dadwerane bibin.

Kuştina Emîn Îsa Elî li ser astê navxwe û navdewletî rastî karvedaneke mezin hatibû û gelek kes û aliyan, ji nava wan jî PDK-S, ENKS, Dijeterora Herêma Kurdistanê, Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê ev tawan şermezar kirin û daxwaza aşkerekirina hûrgiliyên kuştina wî kirin.