Macron bi rêjeya %27.6 a dengan li pês Le Pen e

11 nîsan 2022 13:34
Macron bi rêjeya %27.6 a dengan li pês Le Pen e

PeyamaKurd Li Fransayê hilbijartina serokomariyê birêve diçe û heta niha di hejmartina %97 a dengan de, Serokomarê niha yê Fransayê Emmanuel Macron bi rêjeya %27.6 a dengan li pêş Seroka Partiya Rastgir Marine Le Pen e.

Li Fransayê, gera yekem a hilbijartinên serokomariyê do destpê kir, Serokomarê niha Emmanuel Macron jî di nav de, 2 kandîd hevrikiyê li ser wê postê dikin.

Wezareta Navxwe ya Fransayê ragihand, bi hejmartina %97 a dengan, Emmanuel Macron bi rêjeya %27.6 a dengan li pêş e.

Herwiha Seroka Partiya Rastgir Marine Le Pen jî bi rêjeya 23,41% di rêza duyemîn de ye. Serokê Partiya Çep "Fransa Proud" Jean-Luc Melenchon jî bi 21,95% yê sêyemîn e.

Li gor medyaya Fransî ragihandin, rêjeya beşdariyê di gera yekem de %65 bûye.

Biryar e gera duyemîn a hilbijartinên Serokkomariya Fransayê di 24ê Nîsanê de birêve biçe.