Macron bi Nadya Murad re civiya: Em dest ji we bernadin!

29 tebax 2021 13:04
Macron bi Nadya Murad re civiya: Em dest ji we bernadin!

PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron beriya ji Bexdayê derbasî Hewlêrê bibe, bi çalakvana Kurd a Êzidî ya rizgarbûya ji destê DAIŞê û xwediya Xelata Nobel a Aştiyê Nadya Mûrad re civiya.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî civîna ligel Nadya Mûrad, li ser Twitterê peyamek belav kir û got: “Wekî dema em li Lûtkeya G7 li Biarritz, û li Foruma Nifşê Wekheviyê li Paris civiyan, di vê kêlîka ku em li vir, li Iraqê, dicivin û sibe li kêlek xwîşkên te yên Kurd, ên Êzidî, ez careke din, bi hêz, dibêjim: Em dest ji we bernadin!”

Serokomarê Fransayê Emmaneul Macron di Lûtekeya Bexdayê de jî behsa rewşa Kurdên Êzidî kir û destnîşan kir: “Şingal navçeyek e hûn gelekî li ser axivîne û vê dawiyê jî we serdana wê kiriye, bi taybetî bîrkirina li Kurdên Êzidî, ku heta niha sed hezar ji wan koçber in. Me ligel Nadya Murad kar kir, em destxweşiya pabendbûna wan dikin, rewşa niha ya Êzidiyan cihê mixabiniyê ye, hêvîdar im tiştê ku li kongreyê dibe reşnivîs, bibe sedema baştirkirina rewşa jiyana wan.”