Macron bang li Yekîtiya Ewropa kir: Li dijî Tirkiyê yek helwest bin!
10 îlon 2020 19:39
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, beriya civîna welatên Ewropa yên peravên wan li Derya Spî heye bang li Yekîtiya Ewropa kir ku bi awayekî hevpar û zelal li dijî Tirkiyê helwesteke hevbeş nîşan bidin û yek helwest bin.
Macron ji Yekîtiya Ewropayê (YE) re got, “Li hemberî Tirkiyê pêdiviya me bi dengekî hevbeş û zelal heye” û diyar kir, lê belê YE naxwaze rageşiyê bi Tirkiyê re zêde bike û destnîşan kir, “Divê Tirkiye niyeta xwe zelal bike.”
Di lutkeya Korsîkayê ya ku Fransa, Îtalya, Îspanya, Portekîz, Malta, Qibris û Yûnanistan beşdarî dikin de, wê geşedanên dawî yên li Rojhilatê Derya Spî werin gotûbêjkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Yekîtiya Ewropayê bang li Îranê kir: Înternetê vekin, tundiyê nekin!
21 mjd 2019
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin