Maas ji welatên G7 re: Li hember Rûsya û Çînê bibin yek helwest

11 hezîran 2021 10:30
Maas ji welatên G7 re: Li hember Rûsya û Çînê bibin yek helwest

PeyamaKurd Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas, ji welatên G7 daxwaz kir, li hember Rûsya û Çînê, bibin yek helwest.

Heiko Maas di daxuyaniyeke ji rojnamevanan re de da zanîn: “Eger me astengên vê serdemê bi wêrekî pesend kir, bi hev re bi awayekî çalak têkoşîn kir, em dikarin seqamgîriyeke nimûneyş di aborî û rewşa civakî de bi dest bixin. Bi taybetî ji aliyê pêwendiyên me yên ligel Rûsya û Çînê ve.”

Maas herwiha destnîşan kir: “Em pêşwazî li vegera Amerîkayê bo lîstina rola xwe di asta navdewletî de dikin”

Biryar e îro civîna lûtkeya koma welatên heft, ku bi nav G7 tê nasîn, li herêma Cornwall a li başûrê rojavayê Îngiltereyê destpê bike.