Lîstîkvanê navdar Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

26 hezîran 2026 18:51

Lîstîkvanê navdar ê Tirkiyeyê Kadîr Înanir di 77 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Înanir ji bo çareserkirina meseleya Kurd bi hewl û xîreta xwe bala civakê kişandibû.

Lîstîkvanê navdar Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

RûpelNews - Lîstikvanê xwedî tecrube Kadîr Înanır 14ê Gulanê nexweş ketibû û ew rakirbûn nexweşxaneyê, piştî şeş rojan hat întubekirin.

Înanir ku demeke dirêj li nexweşxaneyekê li Stnbolê dihat dermankirin tevî hemû hewlên tibbî çare nehat dîtin û koça dawî kir. 

Kadîr Înanir kî ye?

Kadîr Înanir di sala 1949an de li navçeya Fatsaya Orduyê ya li herêma Behrareş ji dayîk bû. Li zanîngeha Marmara ya li Stenbolê ji beşa Radyo Televîzyon Sînema der çû. Di "Pêşbaziya Artîsta Sînemayê" de ku kovara Deng di sala 1967an de li dar xistibû bû yekemîn.

Di 18 saliya xwe de dest bi lîstîkvanî kir û di fîlma "Piştî 7 gavan" de lîst. Paşê bi navdarên sînameyê re di gelek fîlmên cuda de lîst.

Înanir ê ku wek qeşengê sînameyê dihat pênasekirin ji zêdeyî 180 fîlm û rêzefîlman de lîst.