Lîstikvanê Kurd ê Netflixê li Xezzeyê bi giranî birîndar bû
PeyamaKurd – Stranbêj û lîstikvanê Kurd Îdan Amedî di operasyona bejayî ya artêşa Îsraîlê ya li Xezzeyê de ku dildar tevlî şerê li dijî Hamasê bibû, bi giranî birîndar bû. Îdan Amedî herî dawî piştî rêzefîlma "Fauda" ya ku li ser Netflixê hat weşandin, li seranserê cîhanê hat naskirin.
Hamasê di 7ê Cotmehê da bi navê wê "Tofana Eqsayê" êrîşî Îsraîlê kiribû. Piştî êrîşa Hamasê gelek kes bi dildarî tevlî artêşa Îsraîlê bûn.
Yek ji wan jî muzîkjen û lîstikvanê navdar Îdan Amedî bû.
Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Îsraîlê de hatin weşandin, Amedî di şerê li Şerîda Xezzeyê de bi giranî birîndar bû. Lîstikvan rakirine nexweşxaneya li Navenda Tipê ya Îchilovê.
Îdan Amedî kî ye?
Îdan Amêdî di malbateke Cihû de li bajarê Amêdiyê yê Herêma Kurdistanê ji dayik bûye. Amedî li Orşelîmê mezin bûye û li Îsraîlê wek stranbêj û lîstikvan tê naskirin. Lîstikvan piştî rêzefîlmê "Fauda" ku li ser Netflix hat weşandin, li seranserê cîhanê hat nasîn.
Îdan Amedî ku bi vîdyoyekê biryara xwe ya tevlîbûna artêşa Îsraîlê eşkere kir û wiha got:
"Min WhatsApp vekir û gelek peyam dîtin. Min ji we hemûyan re da zanîn ku em baş in. Ji roja şemiyê vir ve ez nikarim zêde li vir razêm, lê moralê me bilind e û em her kêliyê fêm dikin ku çima li vir in. Ji bo parastina malbat û zarokên xwe. Min zêdetirî deh sal berê axaftina leşkerî li pey xwe hişt. Ji ber vê yekê ez ê berfireh nekim, ez ê di van rojên dijwar de bi gotinên hêsan ji hemî Îsraîlê re bibêjim: Em ê bi ser bikevin. Silav ji gelê Îsraîl û ÎDF (Hêzên Parastina Îsraîlê re). Ev ne dîmenek ji rêzefîlmê TV Fauda ye, ev rastî ye. "Heta ku em serkeftinê bi dest nexin em ê nesekinin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin