Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Vîrûsa Koronayê îro dicive
27 tîrmeh 2021 15:00
PeyamaKurd – Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Vîrûsa Koronayê, îro dicive. Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî diyar kir, pêkan e qedexeya hatûçûnê bi şêweyekî sînordar were ragihandin.
Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî da zanîn, tundkirina tedbîrên xweparastina ji vîrûsa Koronayê ji bo maweya çend hefteyekê bi armanca parastina canê hemwelatiyên wê were pêkanîn.
Herwiha Dr. Saman Berzincî destnîşan kiriye, pêkan e qedexeya hatûçûnê bi şêweyeke sînordar û bi şevan û di rojên betlanê de qedexe were ragihandin û rê li ber qerebalixiyê were girtin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Lijneya Rûbirûbûna Vîrusa Koronayê çend biryarên nû da
05 rbn 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin