Li zozanên Hewlêrê hirçeke mirî hate dîtin
14 tebax 2024 19:08
PeyamaKurd - Li zozanên herêma Balekayetiyê ya qezaya Çomanê ya paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê termê hirçeke mirî hat dîtin.
Qaymeqamê Çomanê Ehmed Barzan ji Rûdawê re ragihand ku li ser laşê wê cihê guleyê heye û got:
“Ew cihê ku termê hirçê lê hatiye dîtin dûredest e û ne ava ye.”
Beriya niha li zozanên Balekayetiyê hirçek tevî kudikên xwe hatibû dîtin.
Guman tê kirin hirça kuştî ew be.
Ehmed Barzan diyar kir ku dema xeber ji wan re hatiye tîmên wan çûne cihê bûyerê û polîsan dest bi lêpirsînê kiriye.
25ê Hezîranê jî li Çiyayê Karoxê hirçek bi keviran hatibû kuştin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
12emîn Maratona Navneteweyî ya Hewlêrê hate lidarxistin
31 cot 2025
Cîhan
Li Navçeya Koye ya Hewlêrê otobûsa rêwiyan qulibî: 1 mirî 27 birîndar
27 tbx 2024
Kurdistan
Li Hewlêrê civîna amadekariyên Sersal hate lidarxistin
16 brf 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin