Li xwaringeheke Zaxoyê 185 kes ji ber xwarina gostê kevn jehrî bûn
PeyamaKurd – Li xwaringeheke Zaxoyê 185 kes ji ber xwarina goştê kevn jehrî bûn û xwediyê xwaringehê hat desteserkirin.
Li gor Qaymeqamiya Zaxoyê bi daxuyaniyekê diyar kir, ji ber cibicînekirina rênimayên tendirustiyê, do 185 kes ji ber xwarinekê jehrî bûn û serdana nexweşxaneya giştî ya Zaxoyê kirin.
Herwiha eşkere kir, piştî wergirtina çareseriyên bijîşkî, piraniya kesên ku jehrî bûne vegeriyan malê xwe û niha 35 kes ji wan di bin çavdêriya bijîşkî de ne.
Li gor zanyariyan, xwaringehekê xwarina ku dem bi ser çûye firotiye welatiyan û ev jî bû sedema jehrîbûna wan herwiha xwaringeha ku xwarina netendirust firotiye welatiyan, ji aliyê Qaymeqamiya Zaxo ve hat girtin û xwediyê wê jî hat desteserkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin