Li wî bajarê Tirkiyê bi gumana DAISê 4 kesên iraqî hatin desteserkirin

14 sibat 2020 14:40
Li wî bajarê Tirkiyê bi gumana DAISê 4 kesên iraqî hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li bajarê Samsunê yê Tirkiyê bi gumana DAIŞê 4 kesên Iraqê hatin desteserkirin.

Hêzên  Dijterora Samsûnê li navçeya Îlkadimê ya ser bi Samsûnê ve li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê operasyonek pêk anîn û di encamê de bi gumana DAIŞê 4 kesên Iraqê hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyên berdest, polîsan dest danîn ser materyalên dîjîtal û gumanbar birin emniyeta polîsan.

Hat hînbûn ku lêpersîna wan çar kesên iraqî ku bi hinceta DAIŞê hatine desteserkirn, berdewam dike.


NY: Zêdetirî 800 hezar kesî ji herêma Îdlibê koç kirine