Li Wanê protesto berfireh dibin, DEM Partî sibe îtirazê li YSKê dike
PeyamaKurd – Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan ku bi rêjeya ji sedî 55,48ê dengan li Wanê wek şaredarê bajarê mezin hate hilbijartin, mafê wî yê şaredariyê ji aliyê dadgehê ve hate betalkirin û Desteya Hilbijartinê ya Wanê mazbataya şaredariyê da namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas ku ji sedî 27,15an wergirtibû.
Piştî vê biryarê li bajarê Wanê xelk dakete kolanan û dest bi protestoyan kir. Di dema protestoyan de di navbera xwepêşanderan û hezên ewlehiyê de alozî çêbû û bi gaza rondikrêj destwerdan hate kirin.

Herî dawî DEM Partiyê jî ragihand ku wê sibe hiqûqnasên wan îtirazê li wê biryarê bikin ku îradeya hilbijêran tune hatiye hesibandin.
Herwiha hate diyarkirin ku wê îro jî Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari li Enqereyê li ber avahiya Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) daxuyaniyê bidin.
DEM Partiyê daye xuyakirin, ew ê heta vê darbeyê vala derxîin û seroktiya şaredariya Wanê li xwe vegerînin têkoşîna xwe dewam bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin