Li vê giravê ji bo kesên li pisîkan binerin cihê manê belaş e
Girava Siros, a ku dikeve başûrê Yewnanistanê, ji bo kesên xwebexşên ku li pisîkên parastî yên giravê dinêrin, cihê mana belaş pêşkêş dike.
RûpelNews - Li gorî raporeke Timeoutê, însiyatîfa bi navê Pisîkên Sirosê, ku ji salên 1990an vir ve li pisîkên giravê xwedî derdikeve û ji bo wan cihên nû peyda dike, li dilxwazan digere ku bi qasî herî kêm mehekê li giravê bimînin, di berdêla lênêrîna pisîkan de.
Xwebexş dê ji paqijkirina cihên jiyana pisîkan, xwedîkirina wan û lîstina bi wan re berpirsiyar bin.
Ji namzetên hilbijartî dê were xwestin ku pênc rojan, rojê pênc saetan li pisîkan binêrin. Di berdêla vê de, li giravê cihê manê, pêdiviyên bingehîn û taştê dê werin dabînkirin.
Tê destnîşankirin ku serlêdanên ji bo havîna 2026an hatine girtin, lê dibe ku serlêdan ji bo sala 2027an payîza vebin.
